Xizmên girtiyan li pêşiya edliyeyan kom bûn
Xizmên girtiyan li Amed, Wan û Stenbolê li pêşiya edliyeyan kom bûn û banga xwedîderketina çalakiyan kirin.
Xizmên girtiyan li Amed, Wan û Stenbolê li pêşiya edliyeyan kom bûn û banga xwedîderketina çalakiyan kirin.
Ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan Nobetên Edaletê hatibûn destpêkirin. Nobeta li Amedê di roja 178’an de didome. Xizmên girtiyan li pêşiya Edliyeya Amedê kom bûn. Xizmên girtiyan, nûner û endamên MEBYA-DER, MED TÛHAD-FED, TÛAY-DER, DBP, HDP û TJA’yê tevlî çalakiyê bûn.
Herdem Merwanî ya ku ew jî xizma girtiyan e got “Ev ne bi tenê problema malbatan e. Daxwazên me gelekî zelal lin. Divê girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane werin berdan. Ev ne pirsgirêkên şexsî ne. Ev pirsgirêkeke civakî ye. Ev pirsgirêka welat e û divê welat xwedî li vê pirsgirêkê derkeve.”
Reşahat Ada ya ku xizmên wê jî di girtîgehê de ne got “Her roj êşkence li zarokên me tên kirin. Digirin ser qawîşan, nameyan nadin zarokan û nahêlin malbat biçin serdana wan. Em naxwazin cenaze werin. Ka edalet û hiqûq li ku ye?”
WAN
Li Wanê jî Nobeta Edaletê didome. Malbat li pêşiya Edliyeya Wanê kom bûn. Xizmên girtiyan Aslihan Tîmûr, Hamî Aydin, rêveberên HDP’a Wanê û endamên TÛHAY-DER’ê ji bo piştgiriyê hatin pêşiya edliyeyê.
Aslihan Tîmûr diyar kir çi bibe jî wê çalakiya xwe bidomînin û got “Em ê her roj çalakiya xwe bidomînin û banga xwe ya edaletê dubare bikin. Heta ku zarokên me werin berdan ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”
STENBOL
Li Stenbolê jî xizmên girtiyan li pêşiya Edliyeya Çaglayanê kom bûn û bi hinceta ku kaymakam ev çalakî qedexe kiriy,e, polîsan dora çalakvanan girtin. Dora malbatan û parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû hate girtin. Pîroglû di çalakiyê de axivî û got “Girtîgeh bûne cehennem. Girtî bi hêviya mirinê ve dihêlin. Kesên 80, 90 salî di girtîgehan de dihêlin. Ev li dijî qanûnan e. Saziya Tipoa Edlî destûrê nade kesên ji ber ber nexweşiyê dikin jiyana xwe ji dest bidin.
Kumru Akgul a ku ew jî xizma girtiyan e gor “Em naxwazin zarokên me bimirin. Heta edalet pêk were, em li vir in.”