‘Xelatên Hinarê’ hatin dayîn

‘Xelatên Hinarê’ hatin dayîn

‘Xelatên Hinarê’ yên ji aliyên Otekîlerîn Postasi ve hate organîzekirin, xwediyên xwe dît. Xelat hêjayî kesên di berxwedana Geziyê de jiyana xwe dane, Dayikên Şemiyê û Pinar Selek hat dîtin.

 Yekemîn xelatên Hinarê ku ji aliyê Otekîlerên Postasi ve hate organîzekirin, duh li Stenbolê pêk hat.

Bername bi dirûşmeya ‘Tiştên nehatine nîşandan nîşan bidin, dengê nehatiye bihistin bidin bihistin û kesên ji bo pêşerojeke azad jiyana xwe ji dest dane silav bikin û peyama ku ew ne tenê ne dayîn’ pêk hat û  axaftina destpêkê Sirri Sureya Onder kir.

Onder  got: “Li şûna ku Otekîlerîn Postasi bê axaftin bila bandora înternetê ya li ser mirovan bê axaftin. Me ji bo bilindkirina têkoşîna mewziyeke têkiliyê bikaranî, ev serkeftineke.  Çapemeniya  civakî qada ku zextên desthilatdariyê ji ser me davêje ye.  Sansura Facebookê ya li ser rupelê kurdan didome.  Divê li dijî van sansur û qedexeyan derkevin.

Piştî axaftina vekirinê derbasî merasîma xelata bûn.

Xelata Hinarê ya ku tê jiyîn hêjayî kesên di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dane.

Xelata wan ji aliyê rojnameger-nivîskar Can Dundar ve dan malbatên wan.  Malbatên Alî Îsmaîl Korkmaz, Ethem Sarisuluk, Abdullah Comert, Ahmet Atakan, Medenî Yildirim û Mehmet Ayvalitaş tevli merasîmê bûn.

Xelatên Hebên Hinarê dan Dayikê Şemiyê.

Xelata Kulîlka Hinarê jî dan civaknas-nivîskar Pinar Selek.