Wezîrê Parastinê yê Tirk li Colemêrgê li ser sînor e

Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler û fermandarên pê re çû ser sînor ê Colemêrgê.

Piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan a li Iraqê, îro jî Wezîrê Parastinê Yaşar Guler li Colemêrgê serdana xeta sînor kir. Serokê Fermandariya Giştî Org. Metîn Gurak, Fermandarê Hêzên Bejahî Org. Selçûk Bayraktaroglû, alîkarênw ezîr Alpaslan Kavaklioglû, Şûay Alpay û Fermandarê Artêşa 2'yemîn Korg. Metîn Tokel jî li gel Guler bûn.

Guler û heyeta pê re ku serdana Tûgaya Çiya û Komando ya li Colemêrgê kir, têkildarî operasyonên leşkerî yên dagirkeriyê ku li Colemêrgê û Başûrê Kurdistanê dewam dikin, agahî wergirt.

Wezîr Yaşar Gule doh jî li Şirnexê serdana Fermandariya Tumena Piyade ya 23'yemîn kiribû.