Welatparêzê kurd Mahmut Polat jiyana xwe ji dest da

Welatparêzê kurd Mahmut Polat jiyana xwe ji dest da

Welatparêz Mahmut Polat yê ku di tekoşîna azadiya kurd de bi salane ked dide, di encama qirîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Polat îro li bajarê Fransa Strasburg’ê çavên xwe li jiyanê girt.

Polat yê ku 25 sale li Fransa li xerîbiyê dijî, duh şev ji ber sedema qirîza dil ya ku jiya û ji serê xwe jî hatibû emeliyat kirin.

Polat ku 53 saliye ji ber sedemê îşkenceyên li Tirkiyê dîtin, nexweşiya mîde û cigera reş jiyaye û ji mejiyê xwe jî hatiye emeliyat kirin.

Polat yê ku li bajarê Strasburg’ê yê Fransa dijî, di binya Federasyona Komeleya Kurd li Fransa FEYKA’ê de xebat di meşand.

Polat di nava çalekiyên ku Kurdan pêk di anîn de cih digirt; bi taybetî di nava çalakiyên protesto kirina Komploya Navnetewî a 15’ê Sibatê ku her tê protesto kirin de ked dida.

Polat zarokekî wî bi navê Zerdeşt Dersim 6 salî heye.

Wê ji bo Mehmut Polat li Mala Çanda Mezopotamya a Strasburg’ê taziye bê çêkirin.

Wê ji bo Polat sibe di saet 11’an de li Komeleyê merasîm bê çêkirin û şûnde cenazeyê wî bê şandina Dêrsimê.