Wekîlên Awûstralyayî tevlî çalakiya şermezarkirina 15'ê Sibatê bûn

Li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe li pêşiya Parlamenta Eyaletê xwepêşandanek kirin û komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.

Di salvegera 23'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li ber Parlamenta Eyaleta NSW a Sîdneyê ya Awûstralyayê çalakiyek hate lidarxistin.

Gelek wekîl û senator tevlî çalakiyê bûn. Bi navê komîteya amadekar daxuyanî hate dayin û hate gotin, "Komploya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, ne tenê li dijî gelê Kurd lê li hemberî tevahiya gelên Rojhilata Navîn hate kirin."

Parlamenterên Partiya Kesk David Schoebridge û Jamie Parker, ji Partiya Kesk senator Lee Rhiannon, oldar Adami Bill Crews, nivîskarê rojnameya Green Left Weekly Peter Boyle û endamê Desteya Rêveberiya PEN a Sydneyê nivîskarê Kurd Mansû Rezakî beşdarî mîtîngê bûn, komplo û komploger şermezar kirin.

Qisekeran ji bo aştiyeke mayinde daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û ji hikumeta Awûstralyayê xwestin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê zextê li dewleta Tirk bike.