Wekîlê Swêdî: Li dijî tecrîdê divê raya giştî ya navnetewî were çêkirin

Wekîlê ji Partiya Çepgir a Swêdê Danîel Rîazat li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ''Ev derî êqil e''. Rîazat got divê li dijî tecrîdê raya giştî ya navnetewî were çêkirin.

Wekîlê Partiya Çepgir ê Swêd Danîel Rîazat diyar kir li Tirkyê bêyî ku delîlek berbiçav hebe muxalîf têne girtin û tecrîda li ser Ocalan derî hiqûqê ye û got, ''Kesên ku di mijara Kurdan de ne xwedî helwesteke zelal in jî tecrîda li ser lîderekî wiha ku temsîla bi milyonan Kurd dike, nikare qebûl bike. Ev derî aqil e'' û xwest ku tecrîda li ser Ocalan demildest rabe.

Rîazat bal kişande ser bêdengiya Ewropayê û welatên Rojavayî yên li bara êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û got, bi vê rehetiyê dewleta Tirk êrîşê dibe ser Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê, rêveberên HDP'ê digire û tecrîda li ser Ocalan didomîne. Rîazat bal kişande ser têkiliyên aborî yên dewleta Tirk ên bi DYA û Ewropayê re, peymana penaberan a bi Tirkiyê û got Ewropa ji bo vê naxwaze têkiliyên xwe bi Tirkiyê re têk bibe û bêdengiya xwe didomîne.

DIVÊ RAYA GIŞTÎ WERE ÇÊKIRIN

Rîazat got li Ewropayê û dîaasporayê gelek Kurd hene, Kurd li welatên ku lê ne divê di nav partiyên siyasî û rêxistinên sivîl de cih bigirin, mînaka Nelson Mandela da û got, Efrîkî û Swêdiyan rejîma Aparheîd teşhîr kirin, wan bi partiyên vir ên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re têkiliyên germ danîn, piştî vê hikûmeta Swêde li dijî rejîma nîjatperest bû xwedî helwest û berdana Nelson Mandela xwest.

Rîazat got, ''Komeleyên vir ên Kurdan bi rêxistinên civaka sivîl û partiyan re, têkilî geşedanên li Kurdistanê divê bernameyan çêbike û çalakiyan bike. Bi qutebirî divê raya giştî were çêkirin.''

ERDOGAN DIXWAZE DESTKEFTIYÊN KURAN JI HOLÊ RAKE

Rîazat li ser gef û êrîşên Erdoganên van demên dawî yên li ser Rojava got, ''Armanca Erdogan ew e ku destkeftiyên Kurd ji holê rake û Têkoşîna Azadiya Kurdan qels bike. Naxwaze li herêmê herêmeke xweser an jî federasyonê çêbibe. Ji ber ku dizane welatên Rojavayî helwesteke cidî nadin zêdetir gefan dixwe. Hêzên Kurd ên Rojava xizmeteke mezin ji cîhanê re kirin. DAÎŞ bi giştî ji holê rakirin lê Tirkiye êrîşê dibe ser van hêzan, Efrînê dagir dike. Ev li gorî peymanên navnetewî sûc e.''

REJÎMA DÎKTA SERWERIYA XWE QEYÎM DIKE

Rîazat herî dawî li ser biryara bicihanîna biryara DMME'yê ya derbarê Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, Serok Partiyan wan Jonas Sjostedt li gel rêveberên partiyên çepgir û demokratên sosyal ên welatên din ên Ewropayê çûne Tirkiyê, berdan Demîrtaş û rêveberên Tirk xwestine û got, ''Bicihneanîna biryara DMME'yê nîşan dide ku Tirkiye ber bi rejîma dîktayê ve diçe. Erdogan serweriya xwe qeyîm dike. Ev rewşeke pir kambax e.''