Wekîlê Iraqî Bolanî: Li gorî raporan, Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye

Parlamenterê Iraqê Cewad Bolanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û ragihand, ku li gorî raporan Tirkiye li Herêma Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye.

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê, Parlamenterê Iraqî Cewad Bolanî ji Rojnewsê re axivî.

Bolanî ku di heman demê de endamê Desteya asayîş û Parastinê ya Parlamenta Iraqê ye, êrîşên dewleta Tirk ên li herêmê şermezar kir.

Cewad Bolanî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û got, "Li gorî raporên ewlekarî yên taybet, eşkere dibe ku Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar aniye. Ev jî binpêkirinek mezin a qanûnên navneteweyî ye."

Cewad Bolanî qala civîna Parlamenta Iraqê kir ku tê payîn di 22’yê Mijdarê de pêk bê û got; "Roja Sêşemê (22 Mijdar) wê Parlamenta Iraqê der barê êrîşên Tirkiyeyê de, bi amadebûna Wezîrê Derve yê Iraqê kom bibe. Di civînê de wê der barê êrîş û binpêkirina serweriya xaka Iraqê guftugo were kirin."