Endama TAYAD’ê Yildiz Turkoglû ya di qetilama hevwext a bi navê ‘’vegera li jiyanê’’ ya 19-22’yê Kanûnê di girtîgehan de bi giranî birîndar bû û felc bû û duh ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevrêyên xwe ve li Stenbolê ber bi rêwîtiya xwe ya dawîn ve hat oxirkirin.
Di axaftina di çalakiya bibîranînê ya li ber Cemxaneya Kuçuk Armûtlûyê hat kirin de, behsa jiyannameya Turkoglûyê hat kirin. Hat destnîşankirin ku Turkoglû heta ku sax bûye bênavber têkoşiyaye. Gelek caran êrîş û êşkence lê bûne lê wê tu car serê xwe xwar nekiriye. Hevrêyên Turkoglûyê ragihandin ku Turkoglû di 19-22’yê Kanûnê de, di Girtîgeha Çanakkaleyê de di nav berxwedana bi 4 rojan dewam kiriye de cih girtiye û ji 5 hezar û 48 bombeyên di wê qetilama li wir hatine avêtin de yek jê li serê wê ketiye, bi bi giranî birîndar bûye û felc bûye.
Hevreyên Turkoglûyê anîn ziman ku sedema jidestdayîna canê xwe ya Turkoglûyê qeyrana dil be jî sedema esas faşîzma dewletê ye û bi lêv kirin ku ew ê li têkoşîna wê dewam bikin.
Piştî meresima bibîranînê hevrêyên jin ên Turkoglûyê darbesta wê li ser milên xwe birin wesayîta cenazeyan.
Cenazeyê Turkoglûyê, di bin dorpêçkirina polîsan de li Goristana Gaziyê hat veşartin.