TUÎK dike nake nikare têkçûnê veşêre
TUÎK a di bin sîwana desthilatdariyê de ye, diyar kir ku enflasyona serfkaran gihîştiye ji sedî 48.69'an. Li gorî ENAG'ê jî enflasyon ji sedî 114.87 e.
TUÎK a di bin sîwana desthilatdariyê de ye, diyar kir ku enflasyona serfkaran gihîştiye ji sedî 48.69'an. Li gorî ENAG'ê jî enflasyon ji sedî 114.87 e.
Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dest lê werda, diyar kir ku enflasyona serfkaran a ku meha Kanûnê ji sedî 36.06 bû, meha Çileyê bû ji sedî 48.69. Bi vî rengî enflasyon ji Nîsana 2002'an û vir ve gihîşt asta herî bilind a 20 salên dawî.
Li gorî Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) ku saziyeke serbixwe ye, enflasyona mehane ji sedî 15.52, enflasyona salane jî ji sedî 114.87 e.
Tê zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo têkçûna aboriyê veşêre dest li hejmarên TUÎK'ê werdide û enflasyonê kêm nîşan dide.