Tevgera Demokratîk a Gelê Kurd: PKK cengawerên azadiyê ye
Endamê Meclîsa Tevgera Demokratîk a Gelê Kurd Necad Elî Qadir tevlîbûna xwe ya ji bo kampanyê ragihand û got: “PKK ne teror e, PKK cengawerên azadiyê ye.''
Endamê Meclîsa Tevgera Demokratîk a Gelê Kurd Necad Elî Qadir tevlîbûna xwe ya ji bo kampanyê ragihand û got: “PKK ne teror e, PKK cengawerên azadiyê ye.''
Însiyatîfa Navnetewî ya Ji Bo Kurdan Edalet ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku berhevkirina 4 milyon îmze daye ber xwe, ragihandibû. Kampanya bi pêşengiya 1003 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst ji parzêmîna Ewropa, Asya, Awûstralya, Afrîka jî di nav de ji 30 welatan hatibû destpêkirin û berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de û xurtikirina Kampanyê li Silêmanî 29’ê Çileyê û li Kerkûkê yên Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, hunemend û kesayetên Başûr bi dirûşma ‘Dem dema Azadiyê ye, Kampanya Însiyatîfa Navneteweyî: Ji bo Kurdan Edalet, Daxwaza Lezgîn Dikin ku PKK ji Lîsteya Terorê bê derxistin’ hatibû ragihandin.
Her diçe din ava aliyên siyasî û rewşenbîran dîsa nava civakê de ev dengvedana derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ xurtir dibe û piştevaniyek baş tê kirin.
Di vê çarçoveyê de Endamê Meclîsa Tevgera Demokratîk a Gelê Kurd Necad Elî Qadir tevlîbûna xwe ya ji bo kampanyê ragihand.
‘PKK CENGAWERÊN AZADIYÊ NE’
Necat Elî Qadir destnîşan kir ku Tevgera Azadîxwaz a PKK’ê li ser berjenwendiyên siyasî û Yekîtiya Ewropa û Emerîka xistine ‘lîsteya terorê’ û got: “Derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê tê wateya hewldan û azadîxwaziya PKK’ê ya ji bo aşît, azadî, demokrasî rêya gihiştina azadiyê vedibe. Ji bo aşîtxwaz bî, divê cengawereke cesaret û biwêr bî. Îro PKK ew cengawere ye li Kurdistan û Tirkiye ji bo aştî û azadî dicenge.”
‘PIŞTEVANIYÊ BIDIN TÊKOŞÎNA HERDERÊ Û DESTKEFTIYAN BIPARÊZIN’
Elî Qadir bal kişand ku demê wê hatiye ew yekîtiya xurt û dilsoziya heyî xurtir bike û wiha domand: “Divê hemû netewe destê xwe bidin hev, ji bo serxistina têkoşîna nîştîman a li her deverekê. Divê her serketin, xebat û têkoşîna li her parçe û herêmeke netewî bê bidestxistin, weke serketina xwe û piştevanî bikin.”
‘DEMILDEST TEVGERA AZADÎXWAZ JI LÎSTEYÊ DERXIN’
Endamê Meclîsa Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurd Necad Elî Qadir herî dawî ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ ev got: “Ez bi navê Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan piştevaniya xwe ya ji bo kampanyê radigihînin. Daxwaza me demildest ev tevgera azadîxwaz ji lîsteya terorê bê derxistin.”