Tevgera Azadî bi Serokê Encûmena Dadweriyê ya Iraqê re hevdîtin kir
Şandeyek ji Tevgera Azadî bi Serokê Encûmena Dadweriyê ya Iraqê re civiya. Tevgera Azadî têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk raporek pêşkêş kir.
Şandeyek ji Tevgera Azadî bi Serokê Encûmena Dadweriyê ya Iraqê re civiya. Tevgera Azadî têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk raporek pêşkêş kir.
Duh şandeyek ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li Bexdayê serdana Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan kir.
Di nava şandeya Tevgera Azadî de Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Hisên, Berpirsê Desteya Dîplomasî Cuma Kerîm û Berpirsê Ofîsa Tevgera Azadî ya Bexdayê Hisên Kerkûkê hebûn.
Li gor zanyariyên bi dest ketine, di civînê de her du aliyan behsa binpêkirinên yasayî yên ku ji aliyê her sê desthilatên yasayî yên Herêma Kurdistane ve tên kirin, binpêkirinên li dijî azadîxwazan, Tevgera Azadî, çalakvanan û tevayî beşên cûda yên Herêma Kurdistanê tên kirin axivîne.
Hat gotin yek ji mijarên din ên civînê rewşa mamosta û muçexwerên Herêma Kurdistanê bû ku hikûmeta demborî muçeyê sê mehan yê muçexweran nedaye.
Her wiha hat diyarkirin di civîna li gel Fayeq Zêdan de behsa binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker a li ser asîman û xaka Iraqê tê kirin axivîne. Raporek li ser ziyanên ku di encama êrişên dewleta Tirk de gihiştine welatiyên sivîl pêşkêş kirine.
Hat gotin Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan jî gotiye, Tevgera Azadî partiyeke destura fermî ji komîsyona bilind a hilbijartinên Iraqê wergirtiye. Ji ber wê dikare li her devera Iraq û Herêma Kurdistanê karên xwe bike. Zêdan got, her binpêkirinek li beramberî endamên Tevgera Azadî were kirin û karên wê were astengkirin, kiryareke ne yasayiye.