TEV-DEM: Pêwîste Barzanî lêborînê ji gelê Rojava bixwaze

TEV-DEM: Pêwîste Barzanî lêborînê ji gelê Rojava bixwaze

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî xwest ku ji  gelê Rojava lêborînê bixwaze. TEV-DEM'ê diyar kir ku şoreşa li Rojava bi keda gelê berxwedêr û xwîna şehîdan pêk hatiye û got: " Ne mumkine em dest ji xeta gelê xwe yê berxwedêr û şehîdên xwe yên di şerê parastina rewa de jiyana xwe jidest dane berdin."

Der barê îdîayên Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî de ku digot şoreş li Rojavayê Kurdistanê tuneye, Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê bandoreke mezin li tevahî şoreşa Sûriyê ku di Adara 2011'an de destpê kiribû, kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şoreşa gelê Rojava bingeha xwe ji sala 2004'an de girtiye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê kurd di pêngava şoreşê de xeta 3. meşandiye û bi vê yekê re di nava 3 salan de ji her kesî re xwe îspat kiriye û hatin gotin: "Şoreşa Rojava di 19'ê Tîrmeha 2012'an de bi berxwedana gelê me û xwîna dehan şehîdên me yên di şerê parastina rewa yê li dijî êrîşên komên radîkal ên tarî de jiyana xwe jidest dane, pêk hat. Gelê me bi qehremanî li dijî hemû cureyên erîşan -êrîşên çekdarî, ambargo û girtina deriyên sînor- li ber xwe da. Gelê Rojava bi pêngava xeta 3. re ewlekariya xwe ya civakî bi dest xistiye. Li gorî me şoreşa Rojava dikare bibe nimûne ji şoreşa Sûriyê re."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku encama herî girîng a şoreşa gelê Rojava îlankirina Meclîsa damezirandina Rêveberiya Demî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dihat zanîn ku dê hin alî piştgiriya îlankirina rêveberiyê bikin û hin aliyên din jî dê li dijî wê derkevin û ev tiş hatin gotin:" Me bawer dikir ku hin alî dê piştgiriya îlankirina Rêveberiyê bikin û hin alî ji ber ku rêveberî li dijî berjewendiyên wan e dê bi hincetên cûda li dijî wê derkevin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şûna ku piştgiriya mirovî û siyasî bi Rojava re bike cihê xwe di xeta koçberkirina xelkên Rojava de girtiye û ev tişt hatin gotin:

"Di baweriya me de girêdana şoreşa Rojava bi nirxên Kurdistanî yên giştî re heye. Pêwîste ev têkilî di aliyên alîkariyên mirovî û piştgiriya siyasî de bin. Daxuyaniyên PDK'ê yên li ser Rojava, rola wan a di koçberiya civakî ya ji Rojava û ambargoya li ser Rojava tê meşandin, dide diyarkirin. Ev tev binpêkirin û destwerdana li Rojava ne. Di dema ku pêwîst bû PDK'ê û Serokê wê helwesteke erênî der barê geşedanên li Rojava nîşan bidin de, wan rêyeke din hilbijartin. Daxuyaniyên Birêz Mesûd Barzanî yên wekî şoreşa li Rojava tune ye û  îdîayên wî yên ne rast ên der heqê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibêjin, tev ne li gorî hesasiyeta rewşa heyî ya Rojava ne. Daxuyaniyên bi vî rengî diyar dikin ku birêz Barzanî li kêleka partî û aliyên ku li dijî berjewendiyên gelê kurd û kurdayetiyêne, disekine."

Di daxuyaniya TEVDEM'ê de daxuyaniyên Barzanî hatin şermezarkirin û ev tiş hatin gotin: " Mixabin daxuyaniyên bi vî rengî gelê Rojava ku bi hemû îmkanên xwe piştriya hemû şoreşên Kurdistanê kir û piştgiriya şoreşa rizgarkirina Başûrê Kurdistanê kirin, bêzar dike. Di vê dema hesas de pêwîst bû Barzanî bi hestyarî tevbigeriya û piştgiriya gelê Rojava yê berxwedêr kiriba û gavên bi wêrekî bavêta."

TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê bi hemû sazî, rêxistin û partiyên wan ên siyasî kir ku der barê daxuyaniyên Barzanî de bi berpirsyarî tevbigerin û helwesta xwe ya neteweyî beranberî mudaxeleya Barzanî ya li şoreşa  Rojava nîşan bidin. Di daxuyaniyê de ji Barzanî hate xwestin ku li şaşîtiya xwe mukir bê û lêborînê ji gelê Rojava yên şoreşa Rojava lidarxistine bixwaze.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedana Rojava hemû planên hin partiyên siyasî yên kurd li Sûriyê ku bi piştgiriya PDK'ê dihat kirin ku komên çekdar ên biyanî bînin Rojava, vala hatin derxistin û bi berxwedana gelê Rojava herêmê ji wêraniyê hate parastin. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku rêya gelê Rojava şopandiyê dê tu carî jê venegere ev tişt hate gotin:" Rêya ku gelê me şopandiye dê gavan jê paşve navêje. Îradeya gel a azad di dema xwe ya geş de ye û ne mumkine em dest ji rêya ku şehîdên me di şerê parastina rewa de nîşan daye, vegerin."