SKB: Em bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê banga mezinkirina piştevaniya bi girtiyên di greva birçîbûnê de kir û got: “Em li welatên ku lê ne, bibin dengê girtiyan.”

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya girtiyan û Nobetên Edaletê ya malbatan dewam dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Girtî bi biryar in ku heta tecrîda girankirî neyê rakirin, wê çalakiya greva birçîbûnê bi dawî nekin. Em xwedî li daxwazên girtiyên şoreşger derdikevin û berxwedana wan a bi rûmet silav dikin.”

SKB’ê ev tişt jî diyar kir:

“Em bang li jinên kedkar ên koçber û xwecihî yên li Ewropayê dikin; em li welatê ku lê ne deng bidin dengê girtiyan, mafê wan ê jiyanê biparêzin, daxwazên wan ên rewa û berxwedana wan a bi rûmet bigihînin hemû deveran û hestiyariya civakî mezin bikin! Em mil bidin jinên girtî yên nexweş, em bibin hêz!”