Sîstema Rojava li Fîrenze hat nîqaşkirin
Sîstema Rojava li Fîrenze hat nîqaşkirin
Sîstema Rojava li Fîrenze hat nîqaşkirin
Kobanê di rojeva çalakiyên Ciwanên Kurd ên duh li bajarê Fîrenze yê Îtalyan de bû. Di çalakiyê de pêkhateya civaka sîvîl a bi navê DPA/Centro Popolara Autogestîto ya di asta mala gel a ciwanên Kurd têde jiyana xwe birêxistin dikin de ye, malovanî kir.
Bi armanca danasîna çanda Kurd civîna hat lidarxistin rojeva bingehîn sîstema kantona ya li Rojava û berxwedana Kobanê bû. Ciwanekî Îtalî diyar kir ên ku ji xwe re dibêjin em sosyalist niha cihê pêwîst e lê bin Kobanê ye.
Axaftina yekem ji aliyê Guîdo Sganga ve hat kirin. Sganga kêfxweşiya xwe ya Kurd di saziya xwe de pêşwazî kirine anî ziman.
Wê di rojên pêş de li zanîngehekê konferanseke bi mijara Rojava bê lidarxistin. Dîsa bi tevlîbûn dostên Îtalî bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê meşeke bi tevlîbûneke berfireh wê bê lidarxistin.