Serokê TBB’ê Sagkan: Belegeyên derçûnê yên 15 fakulteyên hiqûqê hatin xirabkirin

Serokê Tekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan, da zanîn ku di çarçoveya skandala e-îmzeyên sexte de li sê zanîngehan belegeyên derçûnê yên 15 fakulteyên hiqûqê hatine xirabkirin

Sagkan li ser bernameyeke televîzonê  axivî û ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî mijarê sê lêpirsînên cuda dane destpêkirin û du ji van lêpirsînan bi îdîanameyan re hatine yekkirin û di dosyayekê de tên dîtin.

Sagkan ragihand ku di çarçoveya lêpirsînê de heya niha derheqê 199 kesan de doza kamûyê hatiye vekirin, 37 kes hatine binçavkirin û 150 kes bi şertê kontrola edlîhatine berdan û got ku sûcê sextekariyê di çarçoveya xalên 204 û 244’emîn ên Qanûnan Cezayî ya Tirk de tê nirxandin.

Sagkan diyar kir ku di çarçoveya skandala e-îmzeya sexte de li sê zanîngehan belegeyên derçûnê yên 15 fakulteyên hiqûqê bi awayekî derqanûnî hatine xirabkirin û hate destnîşankirin ku sê ji van belgeyan aîdî wan kesan e ku di erdheja 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane.

Sagkan diyar kir ku kesên ku belgeyên van ên derçûnê hatine xirabkirin girêdayî tu baroyan parêzerî nekirine û ragihand ku wê lêpirsîna hatiye destpêkirin were berfirehkirin û hefteya bê agahiyên nû bi raya giştî re werin parvekirin.