Sancar: Polîtîkaya şer a AKP/MHP’ê mirovan bircî û xizan dihêle

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar bal kişand ku polîtîkayên şer xizanî jî kûr kiriye û got; “Mirov ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariyê û pêkanînên wê yên talan, dagirkerî û rantê di wan şertan de dijîn.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe li Meclisê de axivî û mijarên di rojevê de nirxand.

Sancar destnîşan kir ku tenê ne îktidar, hin partiyên ji xwe re dibêjin muxalefet jî bûne parçeyên lîstikan û got: “Feraseta ku tu ji bilî polîtîkayên nefret, kîndarî, rageşî û dijminatiyê nas nakin, niha jî rabûne van polîtîkayan li ser koçberan dixin meriyetê. Mixabin vî welatî aliyek her tim dibe armanca nefet, kîndarî, dijinahiyê. Ferasetek ku koka wê di kûrahiyê de ye, heye. Lê em dizanin ku ev civak xwedî bi wîjdan, rûmet û fikra edaletê esas digire. Ev civaka bi piranî li benda dengek xurt û pêşengiyek bi biryar sekinî ye. Ew dengê xurt û pêşengî bi me re ye. Teqez em ê pêşengiya bi biryar hildin ser milê xwe û çi hewce be em ê bikin. Lewma em rola xwe ya ku em ê vî welatî teslîmî polîtîkayên nefretê û neçareseriyê nekin heye. Em vê rola xwe nîşanî her kesî didin.”

Sancar anî ziman ku derd û kulê vê îktidarê şer e û got: “Em ê vê feraseta şerxwaz û operasyonan dike biguherînin. Em kesek jî bimînin em ê qala aştî, edalet, demokrasî û azadiyê bikin. Em ê têbikoşin, heta têkbirina wan. Çareserî ewqas ne zor e. Bila werin em ê qala çareseriyê ji wan re bikin. Ji bo çareseriyek hevpar em dixebitin û xebatan dikin. Eger hîmên çareseriyê werin avêtin, anîna aştî, aramî û demokrasiyê pêkan e.”

‘MESELEYA PENABERAN, MESELEYA DERXISTINA ŞER E’

Sancar da zanîn ku îktidara ku her roj bi polîtîkaya penaberan pesnê xwe dide di çavkaniya vê pesindayînê de şer kûr dike û got: “Li Başûr bi şer, li Sûriyê bi polîtîkayên leşkerî yên milîtarîst xwe bi rê ve dibin û vî şerî kûr dikin. Mesele îro ne meseleya penaberan e, mesele meseleya derxistina şer e. Îro jî heqîqet li pêş çavê me ye. Ne pêkane ku ev feraset pirsgirêkan û krîzan çareser bike. Em jî dibêjin vaye HDP navnîşana çareseriyê ye û dikare krîzan ji holê rake.”

‘HÊZ Û BAWERİYA ME HEYE TEQEZ EM Ê ENCAM BİGİRİN’

Sancar destnîşan kir ku pêdiviya wan bi têkoşînek demokratîk a hevpar û guhertina vê îktidarê û pergalê heye û wiha got: “Em ê pergalê jî biguherînin, em ê îktidarê jî bişînin. Hêza me ya ji bo vê yekê heye. Tenê bila biryardariya me ya ji bo têkoşîna hevpar hebe. Divê em bi qasî serê derziyê gumanan ji baweriya xwe nekin. Hêza me heye, baweriya me heye, teqez em ê encam bigirin. Binêrin provokasyonên xwe berdewam dikin. Belê her tiştî şêlû dikin, tirsê û aloziyê belav dikin û difikirin ku ew ê encamê bigirin. Her ku ew baweriya civakê winda dikin, bi tirsê û aloziyan gefê li civakê dixwen û rêbazên dîlgirtinê dixin dewrê. Wê bi ser nekevin. Ji ber ku em jî di ferqa van lîstokên wan de ne. Ji wê rojê heta îro lîstoka wan xirab bûye û her carê dubare dubare bi şiklek xirab lîstoka xwe derdixin ser dikê.

‘TEQEZ WÊ Dİ BİN ÊRÎŞ, PLAN Û LÎSTOKÊN XWE DE BİMÎNİN’

Em xwedî wê tecrûbeyê, biryarê, piştgiriya gel û baweriyê ne ku em dikarin wê lîstoka wan xirab bikin. Me vê baweriya xwe mezin kiriye. Lewma em dibêjin ew ê di bin hewldana xwe de bimînin. Teqez wê di bin êrîş, plan û lîstokên xwe de bimînin. Ji ber ku li hemberî wan HDP ya ku têkoşîna demokratîk a hevpar û di siyaseta demokratîk de israr dike û bi gel re bûye yek heye. Navend û deriyê çareseriyê bi me re ye. Rêya me vekirî be.”