Sancar: Li dijî desthilatdariya şer û şêlandinê em bibin yek

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, li dijî desthilatdariya şer û şêlandinê banga hevkariyê kir. Sancar got, "Nabe ku em dereng bimînin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li civîna koma partiya xwe, bûyerên di rojevê de ne nirxand.

'DESTHILATDARIYA TALAN, MÊTINGERÎ Û ŞER'

Mîthat Sancar diyar kir ku desthilatdariya heyî li ser polîtîkayên talan, mêtingerî, rant û şer ava bûye û got, "Ji ber ku çavkanî hemû ji bo talan, rant û şer tên bikaranîn, pere namîne ku ji bo gel bê bikaranîn. Pereyê heyî jî bi ti awayî ji bo pêwîstiyên gel bi kar naynin. Ev yek polîtîkayeke bi zanebûn e, tercîhên bi zanebûn e."

Sancar anî ziman ku heta ev desthilatdarî van polîtîkaya bimeşîne, her zivistan û havînê wê fatûeya felaketan li xizanan bê birîn. Em timî dibêjin, ev desthilatdariya ku li şûna gel giraniyê dide ser parastina desthilatdariya xwe ya talanê, divê bê guhertin. Bi milyonan mirovên vî welatî xwedî wê hêzê ne ku dikarin vê bikin. Polîtîkayeke ku mirovan bi felaket û bêçaretiyê re rû bi rû bihêle, nabe ku bibe rêveberiyeke vî welatî. Rêya li dijî vê yekê, têkoşîna bi hev re ye. Kedkar, xizan, beşên gel ên berfireh bi têkoşîna hevpar dikarin dawî vê sîstema talan, rant û şer bînin. Ya girîng ew e ku em karibin hêza xwe bi rengekî rast bi kar bînin, bi hev re tevbigerin, bernameya xwe ava bikin û xeta xwe destnîşan bikin."

'DESTHILATDARIYÊ SÎSTEMA XWÎN Û TALANÊ AVA KIR'

Sancar diyar kir, ku HDP bi biryar e îradeya hevpar ava bike, têkoşîna hevpar mezin bike û got, "Em ê bangên xwe her carê dubare bikin, divê em bi hev re bimeşin. Em bi hev re bimeşin. Li dijî komek ji diz, talanker û mêtingeran divê em teqez têkoşîna hevpar a bi milyonan mirovî ava bikin. Vê desthilatdariya sîstemeke ji derewan, talan û xwînê ava kiriye. Ev desthilatdarî xwe dispêre feraseta tekperest, qedexekar û komploger. Binerin, ne tenê li dijî me li her derê ev zîhniyeta tekperest, zordar û zilmê belav dibe. Em bi salan e bangê dikin, hişyariyan dikin. Eger li cihekî bêedaletî hebe wê tenê li wir nemîne. Eger neheqî li beşekê tê kirin, wê tenê li wê beşê nemîne. Em vê yekê timî dibêjin. Niha jî tiştên me gotine û dibêjin weke rastiyeke eşkere li pêş çavan e.

'NABE KU EM DERENG BIMÎNIN'

Ji ber vê yekê em dibêjin ku têkoşîna edaletê ji bo her kesî dimeşînin. Eger ji bo her kesî edalet tê xwestin, ev yek tenê bi têkoşîneke ji dil a ji bo edaletê dibe. Eger edalet ji bo her kesî be hingî dikare pêk were."

Mîthat Sancar diyar kir ku bêyî ew li bendê bimînin ku bêedaletî li kê hatiye kirin, divê em têkoşînê mezin bikin. Yên ku ji wan heye ku sîstema bêedaletiyê wê negihêje wan, wê teqez bigihêje wan. Bûyerên ku di nava meha dawî de bi serê me ve hat, vê yekê nîşan dide.

Desthilatdarî personelan diguherîne. Mîna ku bi guhertina personelan kare guhertinê bike, îmajeke wiha nîşan didin. Mesele di meqam û kesan de nîne, mesele di sîstemê de ye. Pirsgirêk Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê ye. Pirsgirêk zîhniyeta vê desthilatdariyê ye, ev sîstem, rejîm, desthilatdarî divê bê guhertin."

Mîthat Sancar destnîşan kir ku ji ber vê yekê armanca wan divê guhertina sîstemê, guhertina rejîmê be û got, "Bêguman di encama vê yekê de jî wê desthilatdarî bê têkbirin."