Sancar beriya rûniştinê daxuyanî da: Em wan dadgeh dikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar beriya rûniştina 'Doza Kobanê' axivî û got, "Ya rast, em wan dadgeh dikin." Sancar diyar kir ku hêza wan heye, vê rejîmê têk bibin.

Rûniştina 9'emîn a Doza Kûmpasê ya Kobanê li Sîncanê pêk tê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar beriya destpêkirina rûniştinê daxuyaniyek da.

Sancar got, "Rûniştinên ku ji meha Nîsanê ve dewam dikin, weke mînakek ji bêedaletî û bêhiqûqiyê derbasî dîroka Tirkiye û cîhanê bûye. Eşkere ye ku darizandinek li dijî pîvanên gerdûnî ye. Li pîvanên hiqûqê yên herî biçûk ên li Tirkiyeyê jî nayê. Em bi kûmpasekê re rû bi rû ne. Helwesta heyeta dadgehê, daxuyaniyên hevkarên desthilatdariyê yên têkildarî dadgehê li pêş çavan e. Ev yek jî armanca vê dozê bi rengekî şênber radixe pêş çavan."

Sancar diyar kir ku ev doz li dijî HDP'ê dozeke tolhildanê û tasfiyekirina siyasî ye û got, "Hedef ne tenê HDP ye, êriş li dijî lêgerîna li edaletê, li dijî têkoşîna demokrasiyê û hesreta aştiyê tê kirin."

Mîthat Sancar anî ziman ku rejîmeke welê hatiye avakirin ku li salonên dadgehê li edaletê nikare bê gerîn û got, "Hevalên me yên li salonên dadgehê têne darizandin, bi xurtî vê dozê û zîhniyeta li pişt wê dadgeh dikin. Hevalê me yên parêze bi hemû hêza xwe dixebitin. Lê belê cihê ku edalet lê bê pêkanîn ne tenê ev der e. Em ê vê derê bişopînini, bala me wê li ser hemû bêhiqûqiyan be. Lê belê em ê têkoşîna xwe li her qadên jiyanê xurti bikin, mezin bikin û dewam bikin. Têkoşîna edaletê yek ji sedemên hebûnê yên HDP'ê ye. Bêyî edaletê aştî û demokrasî nabe. Ji ber vê yekê em ê lêgerîna edaletê ya li dijî Doza Kûmpasê ya Kobanê, hem li pêşiya dadgehê hem jî em ê li nava gel dewam bikin."