Sancar a êrîşî HDP'ê dike, bi qezenca xwe balê dikişîne

Nazan Sancar ku bi provokasyonên li ber avahiya HDP'ê ya Wanê tê naskirin, hema bibêje dest daniye ser şaredariyê. Sancar dema diçe Enqereyê jî heqê rê ji şaredariyê werdigire.

Nazan Sancar yek ji wan kesan e ku bi destê MÎT û Emniyetê li pêşiya avahiya HDP'ê hatine danîn û bi fermana wan êrîşî HDP'ê dikin. Wezîrê Dewletê yê Tirk Cevdet Yilmaz dawiya vê hefteyê serdana wan kesan ku pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê dagir kirine û diyar kir ku hewldanên bi heman rengî divê li her derê bêne kirin. Polîtîkaya ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Berê yê Tirk Suleyman Soylû ve hate destpêkirin û heta niha encamek bi dest nexist, tê plankirin ku rojên bê li hemû bajarên Kurdan bê belavkirin.

Çalakiyên dagirkirinê yên kesên navborî li ber avahiyên HDP'ê yên bajêr têne kirin, 3 sal in li Wanê jî pêk tên. Ev kesên ku radihêjin ala Tirkan û roja Înê bi piştgiriya polîsan û tîmên taybet tên ber avahiya HDP'ê ya bajêr, piştî 'Sirûda Îstîklal' a Tirk û daxuyaniya çapemeniyê saetekê çalakiya rûniştinê dikin û piştre belav dibin.

Yek ji van jinên ku ji aliyê AKP'ê ve têne îstîsmarkirin Nazan Sancar e. Sancar dagirkeriya li Wanê ji bo xwe têr nabîne û her hefteyê tevlî çalakiya dagirkirinê ya li ber avahiya HDP'ê ya Amedê jî dibe.

Sancar berdêla vê jî bi têra xwe distîne. Sancar ku piştî destpêkirina vê çalakiyê kete Serokatiya Daîreya Karên Agahiyê, piştre kur û bûka xwe jî xist kar. Sancar her mehê 15 hezar TL maeş distîne. Sancar tenê meha Adarê ya derbasbûyî ji Serokatiya Alîkarî û Piştevaniya Civakî 53 hezar TL stand. Ji bilî vê jî alîkariya xwarinê jî distîne. Sancar gelek caran diçe Enqereyê û ji ber ku Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Fazil Tamer xalê wê ye, pereyê rêya wê jî ji budçeya şaredariyê dide.

Sancar sala 2022'an tevî maeşê mehane yê ji şaredariyê stand her wiha di bin navê piştgiriya mobîlya de 110 hezar TL jî alîkarî stand.