Sala 2023'an li Tirkiyeyê 1932 karker mirin
Meclîsa ÎSÎG'ê ragihand ku di sala 2023'an de 1932 karker li ser kar mirin.
Meclîsa ÎSÎG'ê ragihand ku di sala 2023'an de 1932 karker li ser kar mirin.
Li gorî rapora cînayetên kar a Meclîsa ÎSÎG’ê ya sala 2023’yan, di salekê de hezar û 932 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) Rapora Cînayetên Kar a Sala 2023’yan parve kir. Li gorî raporê; di salekê de hezar û 932 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Cihê herî zêde karkeran jiyana xwe lê ji dest dane jî Stenbol e. Li gorî vê yek; li Stenbolê 274 karkeran, li Mereşê 86 karkeran, li Hatayê 64 karkeran, li Antalyayê 59 û li Semsûr û Bursayê jî 58 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Ji karkerên jiyana xwe ji dest dayîn 147 jê jin, 54 jê zarok û 106 jî penaber bûn.