MSD: Divê herkes li hember Nazîzma Nû ya Tirk dengê xwe bilind bike

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk got, “Em bang li herkesi dikin ku li hember Nazîzma Nû ya Tirk bila herkes dengê xwe bilind bike."

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî saziyên sivîl ên Rojava û binesaziya herêmê de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî gerîla têkçûn, daxuyaniyek da. Hate diyarkirin ku êriş qanûnên navneteweyî binpê dike û gefeke xeternak li ser ewlehî û aştiya herêmê çêdike.

MSD'ê banga berxwedanê li gelê Sûriyeyê kir û got, "Em bang li her kesî dikin ku li dijî Nazîzma Nû ya Tirk dengê xwe bilind bikin."

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî, DYE û federasyona Rûsyayê ya li hemberî êrişan jî hatin şermezarkirin û hate gotin, bêdengiya li hemberî van sûcan paşguhkirina nirxên mirovî û rêgezên bingehîn ên edalet û mafên mirovan e. Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li herêmê terorê dike û hate gotin: "Bi van êrişan armanc dike ewlehiya herêmê xirab bike, tevliheviyê çêbike û DAÎŞ'ê zindî bike. Her wiha armanc dike herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, qirkirina etnîkî û guhertineke demografî pêk bîne."