Bi dronan êrîşî Balafirgeha Hewlêrê hate kirin
Hat hînbûn ku bi dronan 2 caran êrîşî baregeha Emerîkayê ya li Balafirgeha Hewlêrê hate kirin.
Hat hînbûn ku bi dronan 2 caran êrîşî baregeha Emerîkayê ya li Balafirgeha Hewlêrê hate kirin.
Îro danê êvarê 2 êrîşên bi dronan li dijî baregeha Emerîkayê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatin kirin.
Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê dane, herdu dron beriya ku bigihêjin hedefên xwe, ji aliyê pergalên parastinê yên Emerîkayê ve hatine xistin.
Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê berpirsyariya êrîşa li ser baregeha Emerîkayê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê girt ser xwe.