Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 34 meh in agahî jê nayê girtin, serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 34 meh in agahî jê nayê girtin, serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe ku di bin şert û mercên giran yên tecrîdê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 34 meh in tu agahî jê nayê girtin serlêdaneke nû li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîmez, Emran Emekçî û Cenzîz Yureklî ve hate kirin.
Parêzeran ji bo muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Abdullah Ocalan û 3 girtiyên ên li Îmraliyê, bi hinceta “cezayên disîplînê” tên astengkirin. Dadgeh hejmara dosyayê ya derbarê cezayê disîplînê, eşkere nake.