Di civîna DEM Partî-CHP’ê de peyama li dijî desteserkirina qeyûman hat dayîn
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Navenda Giştî ya CHP'ê bi Serokê CHP'ê Ozgur Ozel re hatin cem hev.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Navenda Giştî ya CHP'ê bi Serokê CHP'ê Ozgur Ozel re hatin cem hev.
Civîna Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel li Navenda Giştî ya CHP'ê bi dawî bû. Piştî hevdîtinê Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan û Ozgur Ozel civîna çapemeniyê li dar xistin.
‘WÊ HEVDÎTINÊN ME JI NIHA ŞÛNDE JÎ BIDOMIN’
Di daxuyaniyê de ji ewil Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel axivî û got ku ew bi serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê keyfxweş bûye. Ozel, da destnîşan kir ku serdana îro gava ewil a peywendîdanînê ya di asta navendên giştî de ye. Ozel diyar kir ku dê hevdîtinên wan ên bi DEM Partiyê ji vir û şûnde jî berdewam bikin û dê di mijarên girîng ên Tirkiyeyê de biaxivin. Bi domdarî Ozel, anî ziman ku li ser mijarên weke krîza aborî, aliyê siyasî û hilbijartinên rêveberiyên herêmî axivî ne.
‘EM SIYASETA QEYÛM TEQEZ RED DIKIN’
Di berdewamê de Ozel destnîşan kir ku ew siyaseta qeyûm bi awayekî teqez red dikin û wiha domand: “Divê li her 81 bajar û zêdetirî 1000 navçeyên vî welatî her hilbijêr bi xwe biryarê bidin bê ka ji bo rêveberiyê kê hildibijêrin. Her wiha li welêt krîzake mezin a destûra bingehîn heye.” Ozel, biryara AYM’ê ya derheqê Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Serokê Meclisê jî peywira xwe pêk nayîne. Ev meseleye ne tenê meseleya Can Atalay e. Em bicihneanîna biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, weke ne tenê weke binpêkirina destûra bingehîn, feraseta darbeyê ya feraseta yekzilamî ya li dijî pergala destûra bingehîn dinirxînin.”
‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA SEREKE YE’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Weke ku birêz Ozel jî me li ser gelek sernavan hevdîtin kirin. Me pêvajoya siyasî ya li Tirkiye û cîhanê nirxand. Bi taybet jî me hewl da krîza aborî û darazê û sepanên dijdemokratîk binirxînin.” Bi domdarî Hatîmogûllari diyar kir ku weke DEM Partiyê ew careke din dibêjin ku sedema bingehîn a nedemokratîkbûna Tirkiyeyê, neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk e.
PEYAMA ‘KOMARA DEMOKRATÎK’
Hatîmogûllari wiha domand: “Di sedsala duyemîn de avakirina komara demokratîk erka me tevekan e. Ji bo ku kêmasiyên di nava sedsalê de çêbûn bên temamkirin û kevirên demokrasiyê li şûna xwe rûnin, ev yek firsendekî mezin e. Divê em di vê sedsalê vê têkoşînê mezin bikin. Bêguman me hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî nirxandin. Dema me polîtîkaya xwe ya ewil a têkildarî hilbijartinên herêmî de eşkere kirî, me qala lihevkirina bajar kir. Bi vê yekê em dixwazin bibêjin ku em girîngiyê didin kesên xîtabî partî û dînamîkên siyasî yên bajar, dînamîkên civakî, tevgerên jinan, tevgerên ciwanan û parastvanên ekolojî û mafên mirovan.
Bêguman her çend pir kûr û dûr nebe jî, di van mijaran de em li ser mijarên weke rê û rêbazan, hevkariyê û hwd. sekinînin. Hêvîdarim hilbijartinên rêveberiyên herêmî bibin wesîleya demokratîkbûna welêt. Girîng e ku diyalog berdewam bikin.”
‘DIVÊ MUXALEFET XWEDÎ HELWEST BE’
Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî wiha got: “Li Tirkiye û herêmê krîzên girîng hene. Qeyûm ne tenê pirsgirêka partiya me ye. Divê muxalefet di vê mijarê de binakok nebe. Weke ku hûn jî dişopînin, li Tirkiyeyê hem pirsgirêka kurd a nehatiye çareserkirin heye hem jî li herêmê hiqûqa cotstandart heye. Ev bû du serdem ku li îradeya gelê kurd qeyûm tên tayînkirin. Ev qeyûm di heman demê de pirsgirêka hemû kesên ji xwe re dibêjin hemdem, pêşverû, çep, sosyal demokrat û partiyên siyasî ye jî. Em dixwazin ev pergala qeyûman di dema pêş de bi dawî bibe. Divê muxalefet li dijî vê hiqûqa cotstandarî xwedî helwestekî hevgirtî be.
Weke ku hûn jî dişopînin, li nêzî 90 navendan û bi tevlibûna 100 hezar delegeyan em ê hilbijartineke gel li dar bixin. Em ê biryarên gelê xwe esas bigirin. Tiştekî xwezayî ye ku partiyeke herêm û demokrasiya herêmî esas digire, girîngiyê bide namzetên li rojava tên diyarkirin. Lewma bi baldarî dişopînin.
Di hilbijartinên pêş de em ê di çarçoveya lihevkirina bajar de di mijara rêveberên demokrat, şaredariya gelparêz û civakparêz esas digirin de hesas tevbigerin. Ji bo ku feraseta me ya rêveberiyên herêmî di rojên pêş de li rojavayê welêt bikare şûna piyê xwe bigire, me destnîşan kir ku ji hevkariyê heta yekkirina hêzê dê gelek mijar bên nîqaşkirin. Hevalên me dê têkildarî bajarên ku dê lihevkirina bajar lê were kirin û dikare li ku derê xebat bên meşandin, amadekariyan bikin.
Ez di şexsê Birêz Ozgur Ozel de jî spasiyên xwe pêşkêşî Navenda Giştî ya CHP'ê, xebatkar û rêveberên CHP'ê dikim ku ji me re mêvandariya germ kirin."