Rûsya: Koalîsyona Netewî nikare hemû muxalefeta Sûriyê bike yek!
Rûsya: Koalîsyona Netewî nikare hemû muxalefeta Sûriyê bike yek!
Rûsya: Koalîsyona Netewî nikare hemû muxalefeta Sûriyê bike yek!
Rûsyayê bertek nîşanê Koalîsyona Muxalefeta Netewî ya Sûriyeyê ku dixwaze civîna Cenevre-2 bi şêrtêpêşve girê bide, da. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, diyar kir ku Koalîsyon nekare hemû muxalefeta Sûriyeyê bike yek.
Li gorî radyoya dengê Rûsyayê Lavrov diyar kiriye ku Koalîsyona Netewî nekare hemû muxalefeta Sûriyeyê bike yek.
Lavrov bertek nîşanê Koalîsyonê da û diyar kir ku koalîsyon hesabê ku rola nûneriya yekane bilîze dike. Koalîsyona Navnetewî ji bo amadekariyên civîna Cenevre-2 çûyîna Moskovayê red kiribû.
Hewldanên sefîrê taybet yê Lîgaereban û NY’ê Lakhdar Brahîmê yên ku muxalefeta Sûrî û rejîma Esad li heman maseyê rune, hêj encamek nedaye. Dîroka konferansa Cenevreyê hêj diyar nebûye. Ji bo tevlibûnên konferansê zelal bibe dê di 9’ê mijdarê de li Stenbolê bicivin.