Rûniştina Mehmet Çakas 4'ê Îlonê ye

Womend Defend Rojava û Defend Kurdistan ji bo siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ku li Elmanyayê tê darizandin banga tevlîbûna rûniştina destpêkê ya li Dadgeha Herêmê ya Bilind a li Celleyê kirin ku wê 4'ê Îlonê pêk were.

Mehmet Çakas ku ji xala 129/b a Qanûna Ceza ya Elman tê darizandin, beriya niha serlêdana wî ya ji bo penaberiyê ya li Elmanyayê hatibû redkirin. Ji ber vê yekê jî çû Îtalyayê û daxwaza penaberiyê kir. Lê belê bi hinceta ku li herêma Bremen-Hannoverê weke endamê PKK'ê xebitî ye li ser daxwaza Elmanyayê di Kanûna 2022'an de hate girtin. Çakas meha Adarê radestî Elmanyayê hate kirin û li Girtîgeha Hannoverê tê girtin.

Serdozgeriya Celleyê li gorî xala 129a/b a Qanûna Ceza Çakas sûcdar dike ku karên qanûnî yên mîna civînên siyasî û xwepêşandan lidar xistiye. Senatoya Ceza ya 4'emîn a Dadgeha Herêmê ya Bilind a Celleyê îdîaname qebûl kir û 16'ê Tebaxê dest bi darizandina esasî kir.

Womend Defend Rojava û Defend Kurdistan ji bo mîtînga 4'ê Îlonê saet di 9'an de ya li ber OLG Celle û rûniştina ku saet di 10:00 de destpê bike, banga tevlîbûnê kirin û got, "Li deverên cuda yên Kurdistanê şer, zext û komkujî dewam dikin. Elmanya li şûna ku dewletên hiqûqa navneteweyî binpê dikin, mafên mirovan tune dihesibînin darizîne,  yên li ber vê yekê radibin dadgeh dike. Em qebûl nakin ku dewleta Elman lêgerîna li azadiyê sûc bihesibîne. Ji ber vê yekê jî em piştgiriyê didin Mehmet Çakas û her kesên ku zexta dewletê li wan tê kirin."