Rojnamevan Denîz Firat li ser gora xwe hate bîranîn

Rojnamevan Denîz Firat a ku 8’ê Tebaxa 2014’an di êrîşa DAÎŞ’ê ya li Wargeha Mexmûrê de şehîd bû, li Wanê li ser gora xwe hate bîranîn.

Rojnamevan Denîz Firat di 8'ê Tebaxa 2014'an di êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Maxmûrê ya Herêma Federe ya Kurdistanê hate qetilkirin. Denîz Firat, di sala 11’an a şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Taxa Xeçxatûn a navçeya Ebex a Wanê hat bîranîn. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û gelek rojnamevan, malbata Denîz Firat, rêveberên DEM Partiyê, wekîlên DEM Partiyê Gulderen Varli û Mahmut Dîndar û Dayikên Aştiyê beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endama DFG û MKG’ê rojnameger Oznur Deger axivî. Oznûr Degerê di serî de Denîz Firat bi bîr anî û got: “Çapemeniya azad ji salên 1990'î ve têkoşîneke mezin dide. Me pênûsa Denîz Firatê li erdê nehişt û dê nehêlin. Dema ku em li jiyana Denîz Firat dinihêrin mirov gelek hestiyar dibe. Wê ji temenê ciwaniyê heta jiyana xwe ji dest da şahidiya zilmê kir. Li dijî van hemûyan, ew tevlî refên azadiyê bû. Em soz didin ku dê li ser rêya Denîz Firat û hevalên wê bin.”

Kekê Denîz Firatê, Seyat Yildiztan jî di bîranînê de got: “Denîz Firat di sala 1999'an de bi hemû malbata xwe re koç kir. Em li ber têkoşîna hemû kesên ku di vê têkoşînê de şehîd bûne, bejna xwe ditewînin. Em ê her tiştî bikin da ku pêvajoya heyî bigihînin encamê. Em hatin ku goristanê ziyaret bikin, lê hem di dorpêçê de ne. Bi vî rengî aştî nayê bidestxistin. Em aştî û wekheviyê dixwazin; tu daxwaza me ya din tune ye."

Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli jî ev tişt anî ziman: “Gotinên ku li ser gora hevala min hatine nivîsandin ev in;  ‘Dibe ku bi salan em hatibin paştguhkirin lê têkoşîna me pir mezin bû.’  Belê heval Denîz, te rêya me ronî kir û nîşanî me jinan da ku em jin çawa dikarin têkoşîna xwe bilind bikin.  Îro, navekî din ê pêvajoya aştiyê Denîz e. Spasdarên te ne.”

Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Denîz Firatê û bîranîn bi dawî bû.