Rojnamevan Arslan nehate berdan

Dadgeha dewleta Tirk biryar da ku rojnamevan Firat Can Arslan dîlgirtî bimîne.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan 25’ê Tîrmehê bi îdiaya “wezîfedarên dewletê hedef daye nîşandan” ji aliyê Dageha Amedê ve hate girtin. Dadgeha Amedê 21’ê Tebaxê li ser girtina Arslan lêpirsînê kir. Dadgeha ku girtina Arslan lêkolîn kir, carek din biryar da ku Arslan dîlgirtî bimîne.

Parêzerên Arslan, li dijî biryara girtinê parastinê kirin û destnîşan kirin ku Arslan di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de nûçeya derbarê dozger û dadger de çêkiriye û ev nûçe jî di malpera Desteya Dadger û Dozgeran de hatiye weşandin.

Parêzeran anî ziman ku Arslan bi awayekî hiqûqî nehatiye girtin û pergala hiqûqê ku Arslan daye girtin di warê hiqûqî de rewşek xeternak nîşan dide.

Piştî parastinê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Amedê derbarê Arslan de biryar da ku dîlgirtî bimîne.