ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin wê îro li Parîsê û gelek bajaran çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin.

- Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersîm û endama Meclîsa PAJK'ê Têkoşîn Ozan qala yek ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê Sakîne Cansiz kirin û gotin, "Şerê hevala Sakîne şerê me hemûyan e, divê em vî şerî mezin bikin."

- Ji TJK-E'yê Zeynep Karakoçan diyar kir ku komkujiyên Parîsê bi rengekî piralî ji bo armancên îdeolojîk, siyasî, leşkerî, civakî û psîkolojîk hatin kirin.

- Salîm Omer ku navê Sakîne Cansiz bi wêneyekî li kovarekê nas kir, anî ziman ku wî di şexsê Sakîne Cansiz de gerîlayên jin nas kiriye.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Şêniyên Amedê diyar kirin ku mûçeyê kêmtirîn ê hatiye zêdekirin di bin asta birçîbûn û rêjeya enflasyonê de ye û gotin, hikumet gel birçî dihêle.