ROJEVA 8'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Li min dihate ferzkirin û teqez derkevim û dawî li nasnameya Kurd a serbixwe û xeta wê ya azadiyê bînim. Sedema me ya hebûnê jî partiya me û xeta wê ya azadiyê bû. (Abdullah Ocalan)
- Kalkan: Dewleta Tirk bi êrişan û bi îxbara PDK'ê re pêşengên gel qetil dike û dixwaze gel bitirsîne, bitepisîne. Wê demê divê pêşeng jî xwe hîn baştir biparêzin. Berxwedan divê hîn bi rêxistinî û xurt be.
- Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Goran Şaho destnîşan kir ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê têkoşîn bê mezinkirin û got, "Azadiya Rêber Apo wê azadiya gelê Kurd misoger bike."
- Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zulkuf Gezen sala 2019'an çalakiya fedaî kiribû. Dayik Havva Gezen qala kurê xwe Zulkuf Gezen kir.