ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Qanûna Malbatê ya ji 41 xalan, ku civaka demokratîk ava dike, bi xurtkirina Qanûna Jinê re ya ku pîvanên jinê ye, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ve hate amadekirin. Di sala 2023'an de jî li Kantona Cizîrê kete meriyetê.
- Rêya bejahî ya Wan-Colemêrgê ku ji aliyê AKP'ê ve veguheriye rantê, bûye mîna rêya mirinê.
- Çîroka jiyanê ya Dayika Sîtî ku li Wanê di nobeda edaletê de ye, kurtasiya jiyana gelê Kurd e. Di nava 55 salan de gelek êş kişand, niha jî dibêje 'Bila tecrîd bi dawî bibe, ciwan nemirin' û Nobeda Edaletê digire.