ROJEVA 7'Ê SIBATA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji roja Tirkiye ket NATO’yê heta bi 1998’an di bingehê tevahiya bûyerên siyasî û civakî yên li Tirkiyê de mirov heta xeta stûr a NATO-Gladîo nebîne, nikare ti bûyera girîng, şer û sûîkastiyê ji hev derxe. (Abdullah Ocalan)

- Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn diayr kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in di nava şert û mercên gelekî giran de li ber xwe dide û got, "Xwedîderketina li Rêbertî tê wateya xwedîderketina li îrade û azadiya xwe."

- Ji roja Tirkiye ket NATO’yê heta bi 1998’an di bingehê tevahiya bûyerên siyasî û civakî yên li Tirkiyê de mirov heta xeta stûr a NATO-Gladîo nebîne, nikare ti bûyera girîng, şer û sûîkastiyê ji hev derxe.

- Endama Asayîşê Fatma Şabo ku di dema Berxwedana Serdemê de li Mabatayê dîl hate girtin, anî ziman ku dewleta Tirk gelek Efrînî li zindanan bi êşkenceyê hewl dida bike sîxur.