ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Bûyerên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo wê bêne şopandin.
- Pêşveçûnên di derbarê komîsyona ku li Meclîsê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin dê bên şopandin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu got: “Ji bo ku komîsyon bi awayekî fonksiyonel be, divê berî her tiştî biçe bi Rêber Apo re nîqaş bike. Divê tenê bi çek danîn û projeya vegerê ve sînordar nemine û divê gavên demokratîk ên ku çareseriya pirsgirêka Kurd armanc dike bavêje.”
- Lêpirsîna derbarê leşkerên ku di Tîrmeha 2023’yan de li êşkence li 4 ciwanên Rûbarokê kiribûn, 2 sal şûnde bi encam bû.Serdozgeriya Komarê yê Şemzînanê bi hinceta ku “Leşker sînorên bikaranîna hêzê derbas nekirine û delîlên têrker tinene” biryara neşopandinê da.
- Di pêvajoya dawî de zêdebûna tundî û polîtîkayên komkujiyê yên li dijî jinan, di daneyan de jî xuya dibe. Li Amedê tenê di 3 mehan de 350 jin ji ber tundî û gefa li ser xwe serî li Navenda Alîkariya Edlî dan. Parêzer Cansel Talay bi gotina “Ev rewş pir xeter e” bertek nîşanî tundiya mêr da.
- Fona Alîkariya Hiqûqî ya Azadî, biryara veguhestina Mehmet Çakas bo Tirkiyeyê rexne kir û diyar kir ku rayedarên Elman “ketine bin bandora hîsteriya nijadperestiyê”. Azadî bal kişand ser wê yekê ku veguhestina Çakas xetereya êşkenceyê û dadgehkirinek ne adilane bi xwe re tîne.
- Doga Şîn a ku digot, “her gerîlayek qehremanê çîroka xwe ye,” çîroka xwe bi bawerî, ked û fedaîtiyê nivîsî. Şopa ku li Kobanê ser rûyê nekşandibû nîşaneyeke berxwedana jinên Kurd bû. Çîroka wê li çiyayên Kurdistanê deng vedana xwe bidomîne.