ROJEVA 6'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan 22 sal in di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe dide û got, "Xwedîderketina li Rêbertî tê wateya xwedîderketina li îrade û azadiya xwe."
- Ji ber dijminatiya desthilatdariya Tirk a li jinên Kurd, siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk li gel nexweşiyê jî dîl tê girtin.
- Li dû êrişa dewleta Tirk a faşîst a li ser Şengalê ev wêne ma. Teyrê Tawiz ê serî netewandî wêneyê ruhê azadiyê bû. Teyrê Tawiz bi eksa dijmin li ser darekê li ber xwe da û serî netewand.
- Piştî ku navê wekîlê qeyûm ê Şaredariya Elbakê bi skandala destdirêjiyê hate bilêvkirin, qeyûmê li şaredariyê ji bo du mehan destûr da tacizkar.