ROJEVA 5'Ê SIBATA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel a Kurdistanê Murat Karayilan diyar kir di êrîşên DAÎŞ’ê de yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ciwanên Kurd bi fedayîtî şer kirine û got, ‘’Perspektîfa Neteweya Demokratîk a Rêber Apo yekîtiya Kurd, Ereb, Asûr-Sûryan,Tirkmen û Ermenan li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi cih aniye. Bingehê vê paradigmaya îdeolojîk-felsefîk a Rêber Apo ye. Perspektîfa Neteweya Demokratîk e. Yê ku kirî gelên Ereb, Asûr-Sûryan û gelên din li dijî DAÎŞ’ê rabin dîsa Rêber Apo ye.’’

-Wekîlê HDP'ê Katircioglu diyar kir ziyana ku desthilatê daye pir cidî û giran e û got, ''Hewce ye ku Tirkiye nû ve were avakirin, bi reforman, bi vegera li pergala parlamenter tenê nabe.''

-COPÎNH diyar kir hovitiya dewleta Tirk ji ber hevkariya sûc a raya giştî ya navnetewî ye û got, ew, ''Xwedî li van mirovên wêrek derdikevin ku li gel qirkirinê jî azadiya xwe ava dikin.''

-TAJÊ encamnameya komxebata xwe ku bi dirûşmeya ''Yekîtî û têkoşîna mîsogeriya parastina jinê ye'' li Şengalê pêk anî ragihand. Hate destnîşankirin ji bo ku careke dî jin neyên qirkirin hewceyî bi geşkirina têkoşînê heye.

-Ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP’ê krîza ekonomîk zêdetir dibe. Ji ber bihabûnan gelek sektor êdî hatine ber sekinandinê.