ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Li Deriyê Sînor ê Miştenûrê çi qewimî? Plana dewleta Tirk çi bû? Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Kobanê bi berfirehî bersiv da gelek pirsên li ser berxwedana Kobanê.
- KCDK-E'yê diyar kir ku ji bo teşhîrkirina sûcê dewleta Tirk ê li dijî mirovahiyê û bang li hêzên navneteweyî bê kirin ku bi erka xwe rabin, berxwedana tê kirin divê dawiya hefteyê jî bi çalakiyan di asta herî bilind de dewam bike.
- Hevserokê CDK-S Îsmaîl Kardaş û Hevseroka NCDK a Baselê Zeynep Kayra ji bo meşa dirêj a li Baselê banga tevlîbûnê kirin.
- Ji Dayikên Plaza de Mayo Norita Cortinas û Mirta Baravalle êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin, ji bo deng û çalakiyên şermezarkirina qirkirinê bêne zêdekirin wê hewl bidin.
- Girtiyê bi nexweşiya giran Îbrahîm Yildirim ku ji sedî 96 astengdar e û li gel rapora 'nabe li girtîgehê bimîne' nayê berdan, li Girtîgeha Xarpêtê mirin lê tê ferzkirin. Hevsera wî Asli Yildirim got, "Em dixwazin dawî li vê neheqiyê bê anîn."
- Serokê Egîtîm-Sen Şaxê Colemêrgê Mûrat Balikesîr diyar kir ku ew rast nabînin perwerdeya bi zimanê dayikê bi dersên hilbijartî pêşkêşkirin û got, ew dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.