ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Baweriyan a PKK'ê Cîhan Eren got, AKP-MHP rola ku li Başûr daye PDK'ê dixwaze li Bakur jî bide Huda-Parê û diyar kir, dixwaze qirkirina Kurdan bi rêya Kurdên olperest bike.

- Parêzer Cemal Demîr işaret bi hesasiyeta mezin a li ser rewşa Abdullah Ocalan kir û got, "Bi navê aştiya gelan divê tavilê dawî li tecrîdê bê anîn."

- Ayfer Bîlgîn qala bavê xwe Abdulhamît û şehadeta birayên xwe Lezgîn û Rodî kir û got, "Bi qedexeyê, bi zindanê tiştek nabe. Ji bo gelê Kurd wê teqez çareserî pêk were. Wê qebûl bikin. Çareyeke din nîne."

- Cezayê ku li kujerên stranêjê komunîst ê Şîlî hate birîn ji aliyê Dadgeha Bilind a Şîlî ve hate erêkirin.

- Hejmara 500'î ya rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'Li ser xeta Apoyî hejmara 500'î, Dengê bawerî û îradeyê' hate weşandin.