ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Akademîsyen Ozgur Muftuoglû kêmaniya zema li mûçeyan û bihabûna jiyanê nirxand û got, divê çalakiyên karkeran di asta giştî de bêne kirin.
- Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 2-3'ê Îlonê de li bajarên Parîs, Strasboûrg û Lyonê yên Fransayê çalakî bêne lidarxistin.
- Womend Defend Rojava û Defend Kurdistan ji bo siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ku li Elmanyayê tê darizandin banga tevlîbûna rûniştina destpêkê ya li Dadgeha Herêmê ya Bilind a li Celleyê kirin ku wê 4'ê Îlonê pêk were.