ROJEVA 3'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, "Berxwedêrên ku Kobanê parastin, bi dilê xwe şer kirin, bi wêrekî li ber xwe dan. Ya ku DAÎŞ têk bir îradeya Apoyî bû. Şerê li Kobanê bi têkoşîna sîng bi sîng û şerê li nava malan hate qezençkirin."
- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Têkoşîna jinan ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê anî ber hilweşînê, di têkbirina faşîzmê de jî wê bi roleke gelekî girîng rabe."
- Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer diyar kir, heta ku li Sûriyeyê çareseriyeke demokratîk, aramiyeke giştî neyê pêkanîn, DAÎŞ wê neqede.
- Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got, "Piştî ku DAÎŞ careke din têk çû, dewleta Tirk derfetên xwe hemû seferber kir. Divê gelê me dakeve qadan.
- Siyasetmedarê Kurd Gêlo Îsa bang li Koalîsyona Navneteweyî û raya giştî kir: "Şerê li dijî DAÎŞ'ê têrê nake. Divê DAÎŞ li çavkaniya xwe bê çikandin. Ya ku DAÎŞ'ê xwedî dike jî dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bisekinînin."
- Dayê Şemê û Nayîf Şengalî yên ji xelkê Şengalê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava dan û destnîşan kir ku wan careke din dîtine, artêşa Iraqê nikare civaka Êzidî biparêze.