ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endamê Desteya Rûmetê ya Navenda Giştî ya ÎHD'ê Şevket Akdemîr bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 2021'ê û vir ve bi rengekî giran tecrîdkirî ye û got, ne di qanûnên Tirkiyeyê de ne jî di yên cîhanê de tecrîdeke bi vî rengî heye.

- Parêzer Ercan Kanar bi bîr xist ku di salên 1990'î de li DGM'yan hiqûqa dijmin dihate bicihanîn û got, dadgeriya AKP'ê ji wê gelekî xerabtir e.