ROJEVA 24'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, dewleta Tirk ji bo pêşî li karên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne meşandin bigire û tola têkçûna xwe ya li Avaşîn û Zapê hilîne, li Îmraliyê 'cezayê dîsîplînê' dide. Bayik got, "Li dijî vê yekê divê ji aliyê siyasî, hiqûqî, navneteweyî û civakî ve têkoşîneke xurt bê meşandin."
- Gerîlayên YJA Starê yên li qada Biradostê diyar kirin ku gerîlayên li Zap û Avaşînê di tunelên şer de li ber xwe didin ji bo gerîlayên li Xakurkê dibin hêz û moral û gotin, "Dibe ku çend heval di nava vî şerî de ne, lê belê gerîla hemû bûne yek dil."
- Wekîlê HDP'î Habîb Eksîk ragihand, ku ji ber qirêjiya hewayê li Îdir û derdora wê di nava 10 salan de nexweşiyên kanserê ji sedî sed zêde bûn û got, ji bo pêşî li vê zerarê bê girtin divê tavilê polîtîkayeke lezgîn bê afirandin.
- Li gorî raporeke ji aliyê Oxfamê ve hate amadekirin, mal û milkê milyarderên xurek û enerjiyê bi şewbê û şerê li Ûkraynayê re di nava 2 salan de bi 453 milyar dolarî zêde bû.