ROJEVA 23'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Li Wanê destavêtin û destdirêjiya ku cerdevan li jinan dikin, bêceza têne hiştin. Di 6 bûyerên destavêtinê de tenê cerdevanek hate cezakirin, cerdevanên mayî jî piştî ku demeke kurt girtî man, hatin berdan.

- Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di navbera 3-8'ê Îlonê de li Elmanyayê dest bi çalakiya 'Rêwîtiya Azadiyê' bikin.

- Gerîlaya YJA Starê Rêvan Rodî Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Têkoşîn, sekn û berxwedana hevalê Egîd bû mînak ji şopdarên wî re. Weke şopdarên heval Egîd em li ser rêya wî dimeşin."

- Strana nû ya Berbanga Rojava ku ji bo gerîla û komunîstên pêşeng nivîsî ye 'Li warê Kurdistanê' hate weşandin.