ROJEVA 23'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Serokê Meclîsa Eşîra Cibûrê Fewaz Zuba El Mîrhem bi bîr xist, ku yekane hêza li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk radibe PKK ye û got, "Berxwedana PKK'ê me hemûyan diparêze. Serketina PKK'ê serketina me ye, serketina herêmê ye."

- Romana 'Welatê Qedexe Geliyê Zîlan' a nivîskar Mahmûd Çelebî qala wan mirovan dike ku di komkujiyê de hatin qetil kirin, hatin sirgûnkirin, hatin zindanîkirin û êşkence li wan hate kirin.

- Çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn destnîşan kir ku berjewendiyên hin kes û aliyên li nava desthilata herêma Kurdistanê û Iraqê rê li ber zêdebûna êrişên Tirkiyeyê vedike û got, “Rojane Tirkiye bi êrîşên xwe dijbertiya xwe ya li hemberî Kurdan dubare dike.”

- 11'emîn Kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Skandînavyayê bi beşdariya delegeyên ji Swêd, Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê, li bajarê Orebro hate lidarxistin.