ROJEVA 22'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Di şerê meha dawî de taktîka herî girîng a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, êrîşên ji bo parastinê ne. Hêzên gerîla bi êrîşên mezin bêhnê li dijmin diçikînin. Çavdêriya Dilara Nûrhaq.
- Nazan Sancar ku bi provokasyonên li ber avahiya HDP'ê ya Wanê tê naskirin, hema bibêje dest daniye ser şaredariyê. Sancar dema diçe Enqereyê jî heqê rê ji şaredariyê werdigire.
- Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) ragihand ku êrîşên bi hevkariya PDK'ê li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê têne kirin ji bo tunekirina destketiyên Kurdan ên têkoşîna 40 salên dawî ye.