ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û çalakiyên li dijî dagirkeriyê wê bêne şopandin.
- Bûyerên têkildarî komkujiyên li Mexmûr û Çemçemalê wê werin şopandin.
- Gerîlayê HPG'ê Azad Şevger ê Elman û gerîlaya YJA Starê Evîndar Kurdistan gotin, dewleta Tirk bi her cûre çekên kîmyewî êriş dike û destnîşan kirin, ku çi dibe bila bibe ew ê dijmin têk bibin.
- 4'emîn Konferansa Jinê ya Asayî ya HDP'ê wê li Enqereyê dewam bike. Tê payin konferans îro bi dawî bibe.
- Welatparêzê ji Amûdê Mihemed Seîd Ehmed anî ziman, gerîlayên ku nîv sed sal e li ber xwe didin gelê Rojava hişyar kirine û got, "Em ji tarîtiyê hişyar bûn."
- Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir, dewleta Tirk ji bo dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî temam bike operasyonên taybet dike.