ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Daîreya Xizmeta Zanistî ya Meclîsa Federal a Elmanyayê diyar kir ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî bin pê dike.

- Gerîlayên HPG’ê û YJA Star’ê Lamiya Welat û Rizgar Çetîn îdiayên xwe ji bo şerê ku wê bi zaferê bê tacîdarkirin danîn holê.

-Endamê Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyeyê Silêman Cafer diyar kir dewleta Tirk plana xwe ya dagirkeriyê didomîne û got “Divê hikumeta herêma Kurdistanê helwesta xwe diyar bike û alîkariyê nede dagirkeriyê.”

-Guldes Onkoyûn diyar kir ku li fabrîkeyan herî zêde li ser karkerên koçber mêtingerî tê kirin û got “Em ê li hemberî gefa tifaqa Millet û Cûmhûr ji bo karkerên koçber têkoşînê geş bikin.”

- Rêveberê Navenda Çanda Ziman û Lêkolînê ya Arsîsa Mahmût Pala got, “Her mal ji bo Kurdî dibistanek e; divê dayik û bav jî her yek bibin mamosteyek” û banga axaftin û nivîsandina bi Kurdî li her qadê kir.

- Şêwekara jin Jûliya Adil ya ji Kerkûkê bal kişande ser wêneyên ku xêz dike û got, “Di wêneyên min de jin xwedî pêşerojeke geş in û min hewl daye ku wêneyên min dilê jinan xweş bike.”