ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- PAJK'ê li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyanî da û got, "Ti hêza ku xwîna Kurdan dirijîne, wê bi ser nekeve. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, di sedsala 21'ê de gelê Kurd wê dest ji têkoşîna xwe bernede."
- Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl got, roketên ku dewleta Tirk pê êrîşî Rojava kir, ji aliyê NATO û Amerîkayê ve hatine çêkirin û destnîşan kir ku hêzên rê dane êrîşê, hevparê êrîşê ne.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'Eê Xebat Andok salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Di cewhera PKK'ê de radestiya şehîdan heye. Afirînerê bingeha rastiya şehîdan û destketiyên heyî, rastiya Rêber Apo ye."
- Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed got, "Ya ku dewleta Tirk jê ditirse, modela rêveberiya xweser a bi felsefeya neteweya demokratîk e. Ji bo êrîşê bike, hincetan ji xwe re diafirîne."
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, li welatên cuda yên cîhanê bûne sedema nerazîbûnan. Siyasetmedaran ji bo rawestandina komkujiyeke nû, bang li hikumetên xwe kirin ku tavilê Erdogan rawestînin.
- Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo diyar kir ku dewleta Tirk nekariye xwe li têkoşîna sala 2014'an a li Kobanê rabigire.
- Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk anî ziman, ku desthilatdarî bi êrîşa li ser Rojava û Kobanê ku ji bo Kurdan û mirovahiyê sembol in, hewl dide temenê xwe dirêj bike û destnîşan kir ku di vir de helwesta muxalefetê girîng e.
- Şervanên enternasyonal ên YPG û YPJ'ê diyar kir ku her kesên girîngiyê didin demokrasî, wekhevî û azadiya jinê divê xwedî li Rojava derkeve û gotin, "Bi ruhê enternasyonalîzmê em ê şoreşê biparêzin."
- Rojnamevan Kemal Reûf destnîşan kir, ku bêdengî û rênegirîkirin tê wateya hevkariya li komkujiyên li ser Kurdan.
- Destana PKK'ê ku berhema karê 7 salan ê Koma Awazên Çiya ye, wê di 27'ê Mijdarê de bê weşandin.