ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Eşkere bû ku 75 hestiyên ji binê qereqola li navçeya Bismilê ya Amedê hatin dîtin, li goristana Akpinar a li navenda navçeyê bi rengekî komî hatine veşartin.
- 13 wênexêzan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 58 rojan ên li ser Efrînê, berxwedana gel û koçberiya ji ber dagirkeriyê li ser tabloyek ji 58 metreyî xêz kirin.
- Piştî 17 salan raportoreke Neteweyên Yekbûyî serdana Îranê kir. Raportora taybet Alena Douhan ji bo pêkanînên DYE'yê yên li ser Îranê got, "îllegal" e û ji aliyê mirovî ve "bandoreke xwe ya giran" heye.
- Nan, ji bo parastina aramiya cîhanê yek ji pêk madeyên herî girîng e û bi rengekî metirsîdar biha dibe.
- Ji destpêka şerê hegemonyayê yê li ser Ûkraynayê û vir ve 12 welatên ku herî zêde îxracata madeyên çandiniyê dikin, biryar dan ku ambargoya îxracatê deynin ser madeyên xurekê bi taybetî jî zad.
- Li Wan û Colemêrgê, pincarên ku biharê li çiyê şîn dibin, li bazaran têne firotin. Ev pincar ji bo gelekî kesî çavkaniya debarî ye.