ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît anî ziman ku gerîla li Zap û Avaşînê şerekî bi heybet dikin, dagirker û mêtingeran ceza dikin û got, motîvasyona salên 90'î bi artêşa Tirk re nema ye.
- Li Kurojahro tenê 'mekap û sebra gerîla' dikare îdare bike. Gerîlayên li wir dimînin xwedî îradeyeke ji pola ne, xwedî dilekî ne ku cîhanê hembêz dike.
- Alîkara Hevserokên HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, "Li hemberî her ihtimalê em amade ne, lê belê çi dibe bila bibe em ê nehêlin ku HDP'ê bigirin. Li dijî her cûre êrişan em HDP'ê li ser piyan dihêlin."
- Hevseroka Şaxê Wanê ya ÎHD'ê Emîne Keskîn got, li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê şert û merc gelekî xerab in.
- Siyasetmedarên jin ên Swêdî destnîşan kirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, ew bi gelê Kurd re ne û xwestin, ku PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin û danûstandin pê re bê kirin.
- Fîlmê li ser gerîla 'Dema Dirîreşkan' li Ewropayê dikeve vîzyonê. Fîlm wê destpêkê 21'ê Gulanê li Parîs û Kolnê bê nîşandan. Çêkerê fîlm Serhat Hûlakû anî ziman ku ew dixwazin fîlm li 150 deverên Ewropayê nîşan bidin.
- Endamên Koma Çiyayê Kurmênc ku dewama Koma Kelan e, ku sala 1992'an li Helebê ava bû, gotin ew bi rêya govendê bersivê didin şerê qirkirinê.
- Ji sedî 59 ê nifûsa Qraliyeta Siûdî zêde qelew e yan jî pirsgirêka obezîteyê pê re heye.