ROJEVA 16’Ê TEBAXA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
-Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
- Bûyerên têkildarî komîsyona li ser çareseriya pirsgirêka Kurd wê bêne şopandin.
- Fermendara YPJ’ê Viyan Adar diyar kir rewşên ku li Sûriyeyê qewimîne cihê şermezariyê ye û tekez kir ku divê jin li her derê, bi taybet li Sûriyeyê sîstema xwe ya parastinê û xwe birêxistinkirinê pêş bixe.
- Li gorî zanyarê siyasî Dr. Zafer Yoruk anî ziman ku aştî îro ji pêvajoyên berê pêkantir e; lê lihevkirinek civakî, vegera serweriya hiqûqê û demokratîkbûnê şert e.
- Aldar Xelîl Şehîd Nûreddîn Sofî bibîr anî û anî ziman k udi mezinbûna QSD’ê ya heta roja me ya îro de keda Nûreddîn Sofî heye. Sozdar Dêrîl jî anî ziman ku Nûredîîn Sofî fermandarê herî zêde bi hêza jinê bawer bû.
- Endamê TEV-ÇAND’ê Delîl Dilpêt di salvegera 41’emîn de deskeftî û derfetên têkoşîna îro sipart Pêngava 15’ê Tebaxê û got: “15’ê Tebaxê bi tîpên zêrîn nivîsandina rûpeleke nû ye.”
- Jîngehparêz Emîn Turhallî, li dijî biryara ji nû ve keşfê ya ji bo projeya HES’ê li Hawza Sarimê bertek nîşan da. Turhallî diyar kir ku HES û bendav zirarên bêveger didin xweza, çandinî û jiyana zindî û wiha got: “Em parçe yên xwezayê ne, ne yên kompaniya ne.”